Şandeya hikûmeta Sûriyê li derîyê Sêmalka dest bi lêkolînan kir
PeyamaKurd - Piştî ku birêvebirina derîyê sînor yê Sêmalka (Pîşabûr) li gorî peymana 29'ê Çileyê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbasî bin kontrola hikûmeta Sûriyê bû, şandeyeke payebilind a Şamê serdana derî kir. Şandeya ku ji Serokê Gumrikan Quteyba Bedewî û berpirsên ewlehiyê yên Hesekê pêk dihat, binesazî û amadekariyên teknîkî yên derî ji nêz ve şopandin.
Armanca vê serdanê ew e ku sîstema îdarî û ewlehiyê ya nû were cîbicîkirin daku tevgera bazirganiyê û derbasbûna rêwiyan di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi awayekî hêsantir berdewam bike.
Heman şandeya hikûmetê, beriya ku derbasî Sêmalka bibe, beşdarî merasîma vekirina derîyê Rebîa yê li ser sînorê Iraqê bû. Derîyê Rebîa piştî 13 salan ku girtî bû, bi hevahengiya rayedarên Iraqê û Sûriyê bi fermî hat vekirin.
Parêzgarê Neynewayê Ebdulqadir Dexîl û berpirsên sînorî yên Iraqê jî di merasîmê de amade bûn. Vekirina van her du derîyan di qonaxeke nû ya siyasî de wekî pêngaveke stratejîk a hikûmeta Sûriyê tê nirxandin daku kontrola xwe ya li ser sînoran xurt bike û pêwendiyên aborî yên ligel herêmê û Iraqê nû bike.