Kurdistan
Sandeya MSDê bi Emmanuel Macron re civiya
PeyamaKurd – Navenda Çapemeniya Rêveberiya Xweser diyar kir, şandeya MSDê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.
Navenda Çapemeniya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê da zanîn, Hevseroka Desteya Rêveber a MSDê Ilham Ehmed, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê Xesan El Yûsif bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiyan.
Di civînê de, rewşa siyasî ya li herêmê, bi taybetî aloziya Sûriyê, pêşniyarên ji bo çareserkirinê û dorpêça li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatin nirxandin.
Navenda Çapemeniyê destnîşan kir, di hevdîtinê de li ser rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û modela wê ya rêveberiya demokratîk nîqaş hatin kirin.
Li ser girtina deriyên sînorî jî, şandeya MSDê Macron agahdar kir ku ev yek bandoreke neyînî li herêmê dike.