Kurdistan
Saredar a Semrexê Nalan Özaydin serbest hat berdan
PeyamaKurd- Şaredar a navçeya Şemrexê (Mazidax) Nalan Özaydın bi sedema teşxîsa koronavîrusê ji zîndanê hat berdan. Di şûna wê de, ji aliyê wezareta karên hundir de qeyyûm hatibû danîn û wê şandibûn zîndanê.
Özaydın di rêya parêzerê xwe de, bi sedema nexweşîna koronavîrusê seredana dadgehê kiribû dadgeh biryara berdana wê da. Bi sedema ku mayîna wê ya di zîndanê de bo girtiyan talûkeye, biryara serbest berdanê hat dayîn.
Özaydın niha li nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê di karantînaye de ye û bende ne ku wê bibin, di mala wê de bixin karantînayê.