Kurdistan
Saredara Qoserê Nîlufer Yilmaz hat girtin
PeyamaKurd - Hevşaredara navçeya bajarê Mêrdînê Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz ku qeyûm tayînî şûna wê kiribûn û 12ê Kanûnê hatibû binçavkirin, piştî ku derket pêşberî dadgehê biryara girtina wê hat dayîn.
Yilmaz îro derxistin pêşberî dadgehê û li ser daxwaza dozger a girtinê, heyeta dadgeha Mêrdînê bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ biryara girtgina wê da.
Hat ragihandin ku Dadgeha Cezayê Asliye ya Duyemîn li Mêrdînê, piştî ku li îfadeya Yilmaz guhdar kir, bi hinceta xebatên KCDê û hebûna îfadeyên 5 şahidên nepen derbarê Yilmaz de, biryara girtina wê da û bo Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat veguhestin.