Kurdistan
Saredarê Batmanê Mehmet Demir hat berdan
PeyamaKurd - Şaredarê bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê Mehmet Demîr ku ji HDPê hatibû hilbijartin û piştî li şûna wî qeyûm hatibû danîn bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin, hat berdan.
Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Batmanê îro 12ê Sibatê di danişîna sêyem a doza Mehmet Demir de, biryara ji girtîgehê berdana wî da.
Dadgehê herwiha bi mercê kontrola edlî ku îmzeyê bide qereqolê biryar da ku dadgehkirina Demir li derve berdewam bike.