Kurdistan
Saredarê Gêlê hat girtin û yên Farqîn, Licê û Erxeniyê hatin berdan
PeyamaKurd - Şaredarê navçeya Gêla Diyarbekirê Mustafa Akkul hat zîndanîkirin. Şaredarên Farqîn û Licê û Erxeniyê hatin berdan.
Şaredarên navçeyên Amedê Licê, Farqîn, Erxenî û Gelê ku beriya du rojan ji kar hatibûn dûrxistin û şûna wan qeyum hatibû danîn, li Amedê derketin pêşberê dadgehê.
Dadgeha Amedê bi tometa endamtiya rêxistina terorê biryara zîndanîkirina Şaredarê Gêlê Mustafa Akkul da. Şaredarên Licê, Farqîn û Erxeniyê bi kontrola dadî hatin berdan.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, beriya du rojan, tevî dûrxistina çar şaredarên navçeyên Amedê, Şaredarê Batmanê, Şaredarê Ciwanikaya Sêrtê, Norşîna Bidlîsê û Xelfeliya Îdirê ji kar dûr xistibûn.