Kurdistan
Saredarê Geverê û endamê meclisê hatin girtin
PeyamaKurd- Şaredarê navçeya Geverê Remziye Yaşar û endamê meclisa şaredariyê İrfan Sarı hatin girtin. Girtina her dû yan di çarçoveya lêpirsîna terorê de ku serdozgerê Hekkariya dabû destpêkirin hatin girtin.
Piştî îfadeyên wan yên li asayîşa polîs, wan derxistin dadgehê û bi tewana ku “yekîtiya dewleta Tirkiyê û welat xerab dike” şaredar Remziye Yaşar hat girtin. Bi tohmeta ku “endamê rêxistina terorê ya çekdare” jî İrfan Sarı jî hat girtin.