Kurdistan
Saredarê Îdirê ku qeyûm danîn sûna wî sandin girtîgehê
PeyamaKurd – Hevşaredarê bajarê Îdirê Yaşar Akkuş ku piştî destdanîna ser şaredariyê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û danîna qeyûm ser şaredariyê hatibû binçavkirin, şandin girtîgehê.
Yaşar Akkuş îro derket pêşberî dadgehê û ji aliyê dadgehê ve bi hinceta endamtiya rêxistinê hat girtin.
Akkuş şandin girtîgeha Îdirê û hevşaredara din Eylem Çelîk jî hin li navenda asayîşa bajêr di bin çavan de ye ku çav li rê ye ew jî derkeve pêşberî dadgehê.