TR KU SO
FB X
Kurdistan

Saredarê Kurd navê ‘Bedlîsê’ siyasî dît û rakir: Bedlîsiyan bertek nîsan da

Admin H
Nivîskar
📅 02 hezîran 2019 14:28

PeyamaKurd – Şaredarê bajarê Bedlîsê yê bakurê Kurdistanê ku ji AK Partiyê hatiye hilbijartin, Nezrullah Tanglay tabelaya ‘Şaredariya Bedlîsê’ ya ser avahiya şaredariyê anî xwar û li şûna wê tenê tabeleya ‘Bitlis Belediyesi’ hişt.

Şaredarê Kurd ê Bedlîsê Nezrullah Tanglay, bi sedema ku navê Bedlîsê siyasî ye tabela rakir ku ev jî bi taybet bû sedema nîşandana bertekan li ser medya civakî û li raya giştî ya Kurd.

Bi taybet jî kesên naskirî yên ji bajarê Bedlîsê bertek nîşanî vê biryarê dan û ev yek wekî polîtîkayeke dijî çand û zimanê Kurdî nirxandin.

Gelek kes dijî vê biryara şaredariyê derketin û gotin, sedî sedê xelkê Bedlîsê Kurd e, lewma jî danîna tabeleya navê tirkî ne karekî aqilane ye ku ev jî wekî helwesteke deshilatdariya AKPê ya dijî ziman û çanda kurdî şîrove kirin.

Parve bike: