Kurdistan
Saredarê Sêrtê yê berê Tuncer Bakirhan serbest hat berdan
PeyamaKurd- Şaredarê berê yê Bajarê Sêrtê ku demekî serokatiya DEHAP ê jî kiribû, Tuncer Bakirhan ji sala 2016an û heya niha bi sedema gelek sûcên siyasî di zîndanê de bû û 10 sal cezayê zîndanê dabûnê. Piştî Dadgeha Cezayê Giran ya Sêrtê 10 sal ceza dayê, dosya wî çû dadgeha bilindtir ya bajarê Entabê (Gaziantep). Dosya Tuncer Bakırhan li Entabê di leha wî de biryarê da û dadgeha Sêrtê piştî îfadeyên wî sitend, biryara tehliya an ku serbest berdana wî da.
Sûcên ku dixistin sitûyê Tuncer Bakırhan ev bûn: Tevlîbûna civîn û meşan û di wan de di di leha rêxistinê de tevgeryan, erebeyên şaredariyê daye bo cenazeyên PKKê hilgirin û hwd.
Tuncer Bakırhan heya niha ev 3 sale di zîndana bajarê Bolu yê de bû.