TR KU SO
FB X
Kurdistan

Saredariya Hewlêrê di berjewendiyan kirêcî û kedkaran de biryar derxist

Admin H
Nivîskar
📅 05 tebax 2024 21:15

PeyamaKurd - Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ragihand ku çend rêkar û rênimayî di berjewendiya welatiyan û kedkaran de wê bêne bicihanîn.

Serokatiya Şaredariya Hewlêrê îro 5ê Tebaxê da xuyakirin, “Di çarçoveya pêngavên xizmetkirinê de û li ser biryar û fermanên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, çend rêkar û rênimayî di berjewendiya welatiyan û kedkaran de têne bicihanîn.”

Hate diyarkirin ku di civînekê de çawaniya bicihanîna rêkarên pîşeguhertinê û çareserkirina arîşeyên kirêdarên Serokatiya Şaredariya Hewlêrê û berjewendiya giştî ya pîşekaran û kedkaran bi guhertina pîşeyên wan û mijara parveyî du yan zêdetir li ser milkên wan hatine gotûbêjkirin.

Parve bike: