TR KU SO
FB X
Kurdistan

Saziya PKKê hisyarî da YNKê…

Admin S
Nivîskar
📅 05 rêbendan 2019 17:10

PeyamaKurd – Piştî fermana Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, ev demek e Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) sazî û komeleyên nêzîkî PKKê yên li dorûbera Silêmaniyê digire, bi sedema ku rûhseta xwe ji hikûmeta Kurdistanê wernegirtine.

Hat zanîn ku li ser girtin û astengkirina karên saziyên nêzîkî PKKê, hişyarî û gef ji aliyê PKKê ve li YNKê hatine kirin.

Rêveberê Tevgera Azadî ku nêzî PKKê ye Dr. Ebubekir Mecîd ragihand ku wan ligel YNKê li ser mijarê hevdîtin pêk anîne û ji wan re gotine, “Li ser daxwazên Tirkiyê girtina Tevgera Azadiyê, heke carekê zirarê bide me, dê du qatan zêdetir zirarê bigihîne we.”

Mecîd li ser helwesta YNKê ji televizyoneke Kurdistanê re got, “Beşek ji rayedarên YNKê dibêjin ku fişareke mezin li ser me heye. Lê belê di nav YNKê de nakokî û parçebûn gelekî zêde ne. Aliyek ji nav YNKê li hemberî me helwest girtiye. Ew di hevdîtinên me de, mikur hatin ku girtina saziyên me ti tiştekî nade wan.”

Parve bike: