TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sê saredarên HDPyî yên navçeyên Mêrdînê hatin girtin

📅 27 mijdar 2019 14:00

PeyamaKurd - Hevseroka Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevseroka Şaredariya Stewrê Gulistan Oncu û ‎Hevseroka Şaredariya Dêrikê Mulkiye Esmez ku ji kar hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm ‎hatibûn danîn, hatin girtin.‎

Hevseroka Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevseroka Şaredariya Stewrê Gulistan Oncu ‎û ‎Hevseroka Şaredariya Dêrikê Mulkiye Esmez ‎di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya ‎Mêrdînê de 15ê Mijdarê hatibûn desteserkirin.

16ê Mijdarê jî qeymeqamên wan bajarokan wek ‎qeyûm li şûna wan hatibûn danîn.‎

Piştî ku li dadgehê îfadeya Ozaydin, Oncu ‎û Esmez ‎hat wergirtin, biryara ‎girtina wan hat dayîn.‎

Parve bike: