TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘Sedir soza pistgiriya Hosyar Zêbarî daye!’

Admin H
Nivîskar
📅 01 sibat 2022 19:33

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Rêveberê Tevgera Sedir Muqteda Es-Sedir soz daye ku di dengdana hilbijartina serokomarê Iraqê de, piştgiriya namzedê PDKê Hoşyar Zêbarî bikin.

Parlamentera PDKê ya Şingalê li Parlamentoya Iraqê, Viyan Dexîl ji radyoya Dengê Amerîka re gotiye, wê Sedir piştgiriyê bide namzedê PDKê yê serokmariyê Hoşyar Zêbarî.

Dexîl daye xuyakirin ku Rêberê Tevgera Sedir Muqteda es Sedir soz daye wan ku ew dê piştgiriya Hoşyar Zêbarî bikin.

Viyan Dexîl herwiha herwiha bal kişandiye ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî ya ligel Muqteda Sedir ku li ser pêşniyar û destpêşxeriya Serok Barzanî pêk hatibû û gotiye, ew hevdîtin gelekî girîng bû.

Parve bike: