TR KU SO
FB X
Kurdistan

Seferên Balafirgeha Hewlêrê bi awayê asayî berdewam dikin

Admin H
Nivîskar
📅 16 sibat 2021 19:41

PeyamaKurd - Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji demjimêr 12:00 nîvê şevê ve, geştên Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî asayî bûne.

Hêjayî bibîrxistdinê ye, şeva borî li demjimêr 09:30 çend moşek li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û çend taxên bajêrê Hewlêrê ketibûn. Li nava balafirgehê kesek bi wê êrîşê hatibû kuştin û 5 kes jî li nav balafirgehê birîndar bûbûn. Herwiha li nava Hewlêrê jî 3 kesên din ên sivîl jî birîndar bûbûn.

Hejmarek geştên asmanî piştî wê êrîşê bi awayekî demkî rawestiyabûn ku hat ragihandin piştî demjimêr 12:00 nîvê şevê careke din geşt bi awayekî asayî dest pê kirine.

Parve bike: