TR KU SO
FB X
Kurdistan

Seferên Tebrîz û Wanê destpêdikin

Admin M
Nivîskar
📅 15 hezîran 2018 18:16

PeyamaKurd- Sefera trênê ya navbera Wan û Tebrîzê destpêdike û wê trên di 8 sietan de here Tebrîzê. Radihandin ji aliyê wezîrê gihandinê yê Tirkiyê, ji aliyê Ahmet Arslan de hat kirin.

Seferên trênê dê di 18 ê hezîranê de destpêbike û trên wê karibe 240 rêwiyan hilgire. Perê bilêtê bo her rêwiyekî wê 55 lîreyê Tirkiyê be an 10.8 Euro be. Trên wê di 18 ê hezîranê de ji Tebrîzê û di 19 ê hezîranê de ji Wanê here Tebrîzê.

Piştî wê, dê trên her roja duşemê ji Tebrîzê here Wanê û her roja sêşemê ji Wanê here Tebrîzê. Navbera her dû bajaran bi temamî 331 km ye. 107 km di nava Tirkiyê de û 224 km jî di nava xaka Îranê de diçe.

Parve bike: