Kurdistan
Sefîn Dizeyî li Ankara bi cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Berpirsê ofîsa pêwendiyên derve yê Herêma Kurdistane Sefîn Dizeyî bi seredanekî fermî çû Ankara û li Ankara bi cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi Musa Kulaklıkaya re hevdîtin kir.
Li ser hevdîtinê, Ofîsa karên pêwendiyên derve yê Herêma Kurdistanê got ku civîn di avahiya wezareta karên derve de çêbûye û li ser rewşa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de axifîne. Her dû teref ragihandine ku divê pêwendiyên du alî bêhtir pêşde bibin û xwurttir bikin.
Di hevdîtinê de li ser pêşdeçûnên li herêmê yên siyasî, rewşa ewlehiyê, bi taybetî li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê axifîne. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku:
“Her dû teref ji bo aramiya herêmê astengiyên ku hene, li ser wan dan û sitendinan kirine.”