Sekreterê HDKê jî di encama êrîsê de birîndar bû
PeyamaKurd - Topxane û firokeyên bêfirokevan ên Îranê îro baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê yê Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê bombebaran kirin.
Rêveberê Ragihandina Tendirûstiya Hewlêrê ragihand ku heta niha 6 birîndarên Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) ji bajarê Koyê gihîştine Hewlêrê û nexweşxaneyê tên dermankirin.
Berdevkê Hêzên Pêşmergeyên HDKê Kawey Behramî ji malpera PDKê re ragihand: “Îro danê sibehê hêzên Îranê navenda me ya Koyê dan ber mûşekan û gelek ziyan gihandin me, ku gelek şehîd û birîndarên me hene.”
Li gorî zanyariyên li ber dest, di wê êrîşê de Sekreterê HDKê Mistefa Mewlûdî û Sekreterê berê yê HDKê Xalid Ezîz di wê êrîşê de birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Ragihandinê yê Tendirûstiya Hewlêrê Faxir Kirmancî jî ragihand: “Nexweşxaneyên Hewlêrê ji bo pêşwaziya li birîndarên HDKê di amadebaşiyê de ne û heta niha 6 birîndar bo nexweşxaniyên Hewlêrê hatine veguhestin.”