TR KU SO
FB X
Kurdistan

Selahedîn | DAISê êrîsî xaleke piskinînê ya artêsa Iraqê kir

Admin L
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2022 13:29

PeyamaKurd Medyaya Iraqê diyar kir, do bi şev çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Selahedîn, êrîşî xaleke pişkinînê ya artêşa Iraqê kir.

Li gor hat ragihandin, şer û pevçûn di navbera artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de rû daye û ji her du aliyan kuştî hene.

Zanyariyên destpêkê destnîşan dikin, di şer û pevçûnê de çekdarekî DAIŞê û 4 serbazên artêşa Iraqê hatine kuştin.

Çend meh in, çekdarên rêxistina DAIŞê li parêzgehên Iraqê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê êrîşên xwe li ser hêzên artêşê û welatiyên sivîl zêde kirine.

Heta niha bi dehan serbaz û welatî bûne qurbaniyên wan êrîşan, li deverên Kurdistanî jî, welatî daxwaz dikin ku hêzên Pêşmerge vegerin deverên wan.

Parve bike: