TR KU SO
FB X
Kurdistan

Selala Mûradiye di havînê de gelek qelebalixe

Admin M
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2024 00:32

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Mûradiyê (Bêgirî) şelala bi heman  navî bi xweza û xweşiya xwe ve dibe ciyekî geştiyarî û bi taybetî di dawiya hefê de gelek qelebalix dibe.

Ava şelalê, ji çiyayê Tendûrekî dertê û dikeve nev ava Gol a Wanê. Di nav şelalên Kurdistanê de yek ji ya herî mezine. Di havînan de gelek hînike û xelk ji bo xwe hînik bike xwe dide aliyê şelalê.

Ava ku dibe şelale ya bi navê Bendîmahî ji 30 metreyan dadikeve jêr û li jêr di bin pira Sor de diherike.

Parve bike: