TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serbest Mistefa: Hilbijartinên Kurdistanê yek bazinî bên kirin çêtir e

Admin L
Nivîskar
📅 11 nîsan 2022 15:02

PeyamaKurd Serokê berê yê komîsyona hilbijartinan ya Iraqê di derbarê sîstema hilbijartinên Kurdistanê de axivî û got, bi sîstema yek bazinî bên kirin, çêtir e.

Weke tê zanîn, PDK û partiyên nêzîkî wê dixwazin hilbijartinên Kurdistanê bi qanûna niha û bi sîstema yek bazinî pêk bên, lê YNK û partiyên îslamî li dijî vê yekê ne.

Serokê berê yê komîsyona hilbijartinan ya Iraqê Serbest Mistefa li ser vê mijarê ji malpera fermî ya PDKê re daye zanîn, beriya her tiştî divê hilbiartin di dema xwe de bên kirin, ev girîng e.

Serbest Mistefa eşkere kiriye: “Bi nêrîna min hilbijartin bi sîstema yek bazinî bên kirin çêtir e ji ber ku parlementerên ku tên hilbijartin, nabin nûnerê/a navçeyek û devera tenê belkî dibin nûnerê/a hemû xelkê Kurdistanê. Ev jî tiştekî pir baş e.”

Di berdewamiyê de Serbest Mistefa diyar kir: “Lê gotina dawî lihevkirina partiyên siyasî dibêje. Li ser çi li hev bikin ew e lê ya girîng ew e hilbijartin di dema xwe de bên kirin.”

Biryar e hilbijartinên giştî yên Kurdistanê roja 1 Cotmeha îsal bên kirin.

Parve bike: