TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sêrdil Dara car din bû namzedê CHPê yê Kadikoyê

Admin S
Nivîskar
📅 02 sibat 2019 23:04

PeyamaKurd -  Partiya Komariya Gel (CHP) hejmarek namzedên xwe yên din bo hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê eşkere kirin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu hefteya borî ji bo navçeya Kadikoy ya Stenbolê namzediya Kurdekî bi navê Şêrdil Dara Odabaşî ragihandibû û piştre gelek CHPîyan li ser medya civakî kampanyayek li dijî wî dabûn destpêkirin û nexwestibûn Kurdekî bi navê Şêrdil li devereke wekî Kadikoyê bibe şaredar.

Îro 2yê Sibatê Meclîsa Partiyê ya CHPê ji nû ve civiya û di dengdana duyem de jî dîsa navê Şêrdil Dara bi piraniya dengan ji bo Kadikoyê derket pêş û namzediya wî teqez bû.

CHPê herwiha çend namzedên din jî eşkere kirin ku yek ji wan jî Alper Taş e ku bo navçeya Beyogluyê hat nîşandan ku bixwe ji partiya ODPê ye û ew jî nêzî HDPê tên zanîn.

Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê 31ê Adara 2019an têne encamdan.

Parve bike: