Kurdistan
Serêkaniyê | Komên Sultan Murad û Firqeya 20 pev çûn: 1 kustî, 4 birîndar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 1ê Mijdarê danê êvarê, li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, du komên çekdar şerê hev kirin.
Li gorî zanyariyên xwecihî şer û pevçûnên giran di navbera çekdarên "Sultan Mruad" û "Firqeya 20" yên girêdayî bi ser Tirkiyê ve rû daye û di encamê de, çekdarekî Suldan Murad hatiye kuştin û herî kêm ji herdu aliyan 4 kes jî birîndar bûne.
Çavkanî radigihînin hîn şerê herdu aliyan ranewestiyaye.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) 27ê Cotmehê ragihandibû ku ji ber şerê di navbera çekdaran de, ji bilî kuştina 7 çekdaran, jinek û zarokek jî di nav de 5 kesên sivîl hatibûn kuştin û ji ber topbarana rasthatî ziyan gihiştibû malên xelkê deverê.