TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi bavê Mihmed re peyivî: Çi pêwîst be em kêmasiyê nakin

Admin H
Nivîskar
📅 21 cotmeh 2019 17:20

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro bi rêya telefonê bi bavê zarokê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ku ji ber bombardimana artêşa Tirkiyê ya bi çekên qedexekirî birîndar bûbû û dîmenên ew êş û azara wî li seranserê dinyayê deng vedabû re axivî.

Serok Barzanî bi Hemîd Mihemedê bavê wî zarokê Rojavaya Kurdistanê re ku ji ber bombebarana Tirkiyê piranîya leşê wî şewitîye û hatiye li nexweşxaneya Dihokê tedawî dibe re axivî.

Serok Barzanî ji bavê Mihemed re hevxemiya xwe ragihand û jê re got ku çi pêwîst be ew dê ji bo Mihemed bikin û ti kêmasiyê nakin.

Dîmenên êş û azara Mihemed li medya cîhanê karvedaneke mezin çêkiriye ku niha ew çekên qedexekirî tên lêkolînkirin daku wekî tawaneke şer were qebûlkirin.

Parve bike: