TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî, bi boneya Cejina Remezanê peyamek belav kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 02 gulan 2022 00:27

PeyamaKurd-Serok Mesûd Barzanî, ji bo pîrozbahiya Cejina Remezanê, peyamek belav kir.

Serok Barzanî, ji ber hatina Cejina Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got, “Ez bi helkefta hatina Cejina Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahî arasteyî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Ez Cejina Remezanê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemî tex û tayên Kurdistanê dikim. Di vê helkefta pîroz de hêvî dikim ku Xwedayê mezin rojî û îbadeta hemû misilmanan qebûl bike û ev cejin bibe wesîleya xilasbûna ji derd û kulan û vegera aramî û aştiyê ji bo hemû mirovahiyê.”

“Hêviya xêr û xweşî û tenduristiyê ji bo her kesî dixwazim.”

Parve bike: