TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi hevalên Barzaniyê Nemir bo Soveyeta berê civîya

📅 10 gulan 2019 15:05

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi hevalên Barzanîyê Nemir bo Yekêtîya Sovîyeta berê civîya û li hal û rewşa wan a dawiyê pirsî.

Duh  (09.05.2019) Serok Mesûd Barzanî bi mebesta halpirsîn û hevdîtina li gel hejmarek ji yawerên cenabê Barzaniyê Nemir, ew ên ku hê jî dijîn re civiya.

Di civînê Serok Barzanî li hal û rewş û guzeraniya jiyan û tendirustiya wan pirsî û diyar kir ku hevdîtina bi wan re bi cihê şanazî û xweşhaliya ye.

Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo ked û qehremaniya yawerên Barzaniyê Nemir li Sovyeta berê hebû, çi ew ên li jiyanê ne yan jî şehîd bûne û koça dawî kirine û teqez kir ku ked û mandûbûna wan tu demekî ji bîr naçê û bi xebata bê wêneyiya wan dîrokeke pir li şanaziye ji bo gelê xwe dirust kirine.

Parve bike: