TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Bi pêswazîkirina Ebu El Xeyt kêfxwes bûm!

Admin H
Nivîskar
📅 11 nîsan 2021 16:59

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî piştî civîna ligel Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt li ser medya civakî bi peyamekê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê twitterê got, ew bi pêşwazîkirina Ehmed Ebul El Xeyt kêfxweş bûye û wan pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirine.

— Masoud Barzani (@masoud_barzani) April 11, 2021

Piştî civînê nivîsgeha Serok Barzanî dabû xuyakirin, di civînê de Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt armanca serdana xwe ji bo Iraqê û hevdîtina wî ligel serokatiyên Iraqê ji Serok Barzanî re diyar kir.

El Xeyt hêviya wê yekê jî xwest ku Iraq bikare dûrî destêwerdana derveyî ber bi aramiyê ve biçe û tekezî li girîngiya pêwendiyên di navbera welatên erebî û Iraqê de kir.

Di wê civînê de, her du aliyan zehmetiyên li pêş projeya siyasî ya Iraqê, pêkvejiyanê û çespandina bingeha hevpariyê li Iraqî guftûgo kirin.

Herwiha gef û metirsiyên terorê û hizra tundrewiyê li ser Iraqê û welatên navçeyê, beşeke din a hevdîtinê bû.

Parve bike: