TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi peyamekê serxwesî da Patrîkê Kildanî

Admin H
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2020 21:06

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya xwişka Patriyak Kardînal Mar Luyis Rofaîl Sako peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz Patriyark Kardînal Mar Luyis Rofaîl Sako / Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê.

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya xuşka we ya birêz xanima (Samire Rofaîl Sako) gihîşt me.

Behîdarî û sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim û ji Xwedayê mezin lava dikim Xwedê jêraziyê bixe ber dilovaniya xwe ya berfireh û hedar û aramiyê bi we bibexşe.

 

Parve bike: