Kurdistan
Serok Barzanî bi wezîrê Erebistana Siûdî re civiya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê (11.06.2019) li Selaheddîn pêşwazî li Wezîrê Dewleta Şahnişîna Erebistana Siûdî yê Karubarê Rojhilata Navîn Samir Sebhan û şanda ligel wî kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya navçeyê û pêşhatên dawî hatine gotûbêjkirin û ji bo peywendiyên navbera herdu aliyan danûstandina bîr û ramanan hatiye kirin.
Şanda Erebistana Siûdî doh 10ê Hezîranê beşdariya merasîma sondxwarina serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kiribû.