TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi Wezîrê Navxwe yê Iraqê re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 29 tebax 2019 23:25

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pênçşemê li Selaheddîn pêşwaziya Wezîrê Navxweya Iraqê Yasîn Yasrî şanda ligel wî kir ku ji bo danûstandinên bi hikûmeta Kurdistanê re li Hewlêrê bû.

Li gorî malpera fermî ya Serok Barzanî di civînê de ku Rêber Ehmed Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê amade bû, rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê hatin nirxandin.

Herwiha ronahî xistin li ser wan keşeyên erêniyên ku li peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine holê û bi derfetekî baş ya çareserkirina bi giştî ya kêşeyan dane zanîn.

Di beşeke din a civînê de tekez li ser hemahengiya di navbera Hewlêr û Bexda ji bo dirustkirina asayîş, aramî, rûbirûbûn û rîşekêşkirina terorê kirin.

Parve bike: