TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bo hukumetê: “Erkên xwe bo xizmeta xelkê bikarbînin”

Admin M
Nivîskar
📅 14 adar 2021 01:06

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi endamên kabîneya hukumeta Herêma Kurdistanê yên PDK ê re li bajarê Massîvê civiya. Di civînê de serokwezîr Mesrûr Barzanî û hemû endamên kabîneyê yên PDK ê hebûn. Di civînê de serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa bernama hukumetê ya xebatê, petrol, Pêşmerge, reform, zêdekirina dahata herêmê û xebatên din kir.

Serok Mesûd Barzanî piştî li xebatên hukumeta Herêmê guhdarî kir weha got:

“Divê hun tev xwe weka xizmetkarê xelkê Kurdistanê bibînin. Divê hun di nava temamê xelkê de bin û erka xwe bi awayekî rastî bo xizmeta xelkê Kurdistanê bikarbînin. Li cem temamê xelkê bin û di nav xelkê feqîr de bin. Ez radigihînim ku di reforman de desteka min bo hukumeta Herêma Kurdistanê bi temamî heye.”

Parve bike: