TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bo keçên Êzidî: Terorîst têksikan û ketin bin piyên we

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2019 22:29

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi hejmarek ji keç û jinên rizgarkiriyên ji destê terorîstên DAIŞ re civiya.

Di destpêka civînê de her yek ji Sekreterê Yekîtiya Afretên (Jin) Kurdistanê û Birêveberê Karûbarê Kurdên Êzdî li Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî ya Herêma Kurdistanê û Berpirsê Nivîsîngeha Revandiyên Kurdên Êzdî ya li parêzgeha Dihokê û Parlementera Êzdî li Herêma Kurdistanê Hediye Mirad, bi kurtî li ser hewlên ji bo rizgarkirina keç û jinên Êzdî ji destê terorîstên DAIŞ û rewşa niha ya jiyana wan rizgarkiriyan û hewlên ji bo vegerandina wan ya ji bo jiyaneka asayî hat rawestîn.

JI 6 HEZAR Û 417 KESAN, 3 HEZAR Û 476 KES HATINE RIZGARKIRIN

Li gor amarên di civînê de hatin pêşkêş kirin bi giştî 6417 kes ku di destpêka êrîşa terorîstan ya li ser devera Şingalê ketibûn destê DAIŞê, 3476 kes ji wan hatine rizgar kirin û heta niha jî 2941 kes bêserûşûn û wenda ne.

Herwiha ev e jî xistin rû ku piştî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nivîsîngehekE taybetî ji bo dûvdaçûn û azadkirina Êzdiyên destê DAIŞê damezrand, bi giştî 3548 keç û jinên Êzdî ku ji aliyê terorîstan ve hatibûn revandin, heta niha nekarîne 1184 kesê ji wan bêne rizgar kirin û hewlên ji bo peydakirin û vegerandina ewên din jî berdewame û behsa tevahiya wan astengan jî kirin ku têne li ser rêya wan.

Di hevdîtinê de hinek ji keç û jinên rizgarkiriyên destê DAIŞê behsa wan êş û azarên xwe kirin ku di demên di destê terorîstan de mabûn tûşî wan bûn e û wekî dîl û kole kirîn û firoştin bi wan hatiye kirin û li rûyê derûnî û cesteyî ve hatine êşandin.

Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina keç û jinên rizgarkiriyên destê DAIŞê, ragihand: Ewê li ser xuşk û birayên Êzdî da hat dirêjahiya wan karesatan bû ku berê jî li ser gelê me da hatin e, li enfal û zîndî bi gor kirina 182 hezar jin û zilam û zarok û pîr û gencê gelê me û kîmyabarana Helebçe û navçeyên din ê Kurdistanê û bê ser û şûnkirina 12 hezar gencên Feylî û 8 hezar Barzanî û dehan hewlên dinê ji bo ji navbirina gelê me, ew karesate li ser we jî hat tevahiya birînên berê yê laş û cesteya gelê me bi jan anî.

'GELEK BAŞ JI ÊŞ Û AZARÊN WE TÊDIGIHIM'

Serok Barzanî da xuyakirin: Gelek baş ji êş û azarên we têdigihim û carekî din jî tekez dikim hûn sembol û hêmaya şerefa gelê me û azîzên me ne.

Serok Barzanî got: Terorîstan bi wê reftara nemerdaneya beranber bi we hem dirindeyiya xwe pêşan dan û hem jî mezlumiyeta we selmandin. Lê belê xweşbextane bi hewl û cangoriya Pêşmergeyên qehreman gelek bi merdane tola we hate kirin û terorîst têkşikan û ketin bin piyên we.

'NABE REWŞA ŞINGALÊ WIH BIMÎNE'

Serok Barzanî piştrast kir ku bi rêya Parlemena Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê ve hewl didîn her çi pêwîst e ji bo we bê kirin heta jiyanekî asayî bijîn.

Di berdewamê de Serok Barzanî ragihand: Rewşa niha ya Şingalê nabê wiha bimînê û pêwîste îdareya Şingalê li destê xelkê Şingalê da bê û koçber bikarin vegerin cihên xwe.

Parve bike: