Serok Barzanî bo malbata Mistefayev: Ew her dem nemir e
PeyamaKurd – Malbata Serokê Kurdistana Sor û niştîmanperwerê navdar Wekîl Mistefayev ku pêr bi merasîmeke fermî termê wî li Hewlêr bo axê hatibû spartin, îro yekşemê serdana Serok Mesûd Barzanî kir.
Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand, Roja yekşemê 12.05.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya malbat û kesukarên siyasetmedar û serkirdeyê Kurdên Qefqas xwedê jêrazî Wekîl Mistefayev kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Wekîl Mistefayev serxweşî û hevxemiya xwe bi malbat û kesukarên xwedê jêrazî gihand.
Serok Barzanî Wekîl Mistefayev bi têkoşerekî mezin ê Kurd û xwedan helwest da zanîn û got, “Her kesek xizmeta gelê xwe kiribe û li nav dilê mîlletê xwe da be ew herdem nemir dimîne.”
‘SEROK BARZANÎ HÊVIYA HEMÛ KURDÊN CÎHANÊ YE’
Malbata Wekîl Mistefayev jî spasî li Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo pêşwazîkirin û girîngîdana xwedê jêrazî û herwiha bi ax spartina termê Mistefayev li Kurdistanê ku axa wê bi xwîna şehîdan hatiye avdan.
Malbata Mistefayev Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê bi cihê hêviya ji bo hemû Kurdên cîhanê wesif kir.
SEROK BARZANÎ: EV WELAT BI XWÎNA ŞEHÎDAN AVA BÛYE Û BI XWÎNA WAN JÎ TÊ PARASTIN
Serok Barzanî jî tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê mala hemû Kurdan e û ev welat bi xwîna şehîdan dirust bûye û bi xwîna şehîdan jî tê parastin.