TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bûyera kustin û revandina sivîlan a li Selahadînê bi tundî sermezar kir

Admin H
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2020 20:26

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bûyera kuştin û revandina hejmarek welatiyên gundê Ferhatiyê ya parêzgeha Selahedîn bi tundî şermezar kir û got “Pêwîst e Hikûmeta Iraqê, aliyên pêwendîdar û aliyên siyasî bi hevahengî sînorekê ji van cure tawanan re deynin.”

Li gundê Ferhatiye yê Selahedînê şeva borî 12 kes ji aliyê komeke çekdar ve hatibûn revandin û termê 8 kesên gulebarankirî ji wan revandiyan hatibûn dîtin ku hîn çarenivîsa 4 kesên din ên revandî ne diyar e.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi tundî bûyera kuştin û revandina hejmarek welatiyên gundên Ferhatiye yê parêzgeha Selahedînê şermezar dikin.”

Serokê Barzanî ji bilî ku serxweşiyê û hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyên wê bûyerê re nîşan da, tekezî li wê kir: “Ji bo peydakirina aramî û parastina jiyana welatiyan, pêwîst e Hikûmeta Iraqê, aliyên pêwendîdar û aliyên siyasî bi hevahengî sînorekê ji van cure tawanan re deynin.”

Parve bike: