Serok Barzanî çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê pîroz kir
PeyamaKurd - Serok Barzanî peyamek belav kir û çalakirina Parlamentoya Kurdistanê li gelê Kurdistanê, desteya serokatiya parlamentoyê û hemû aliyên siyasî pîroz kir.
Serok Barzanî got: "Ez spasiya hemî wan parlamenteran dikim ên ku helwesta wan hebû û bi erkê xwe ya qanûnî û nîştimanî rabûn û ev dezgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê çalak kir."
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi helkefta çalakkirina din a Perlemanê Herêma Kurdistanê, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ li gelê Kurdistanê, desteya serokatiya perlemanê û hemû aliyên siyasî dikim.
Piştî derbasbûna du salan li ser encamdan û lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê, bi xêr û xweşî hat ku Perlemanê Kurdistanê ji nû ve bête çalakkirin. Li vir ez dixwazim spasiya hemû wan perlementeran bikim yên ku bi cîbicîkirina erka xwe ya qanûnî û neteweyî rawestiyan û ev saziya destûrî ya Herêmê ji nû ve çalakkirin.
Çalakkirina din a Perlemanê gaveke ber bi parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê ve û li dijî ti kes û aliyekî nîne û rasterast di xizmeta berjewendiyên bilind yên gelê Kurdistanê û proseya siyasî de ye.
Niha û piştî ku Perlemanê dest bi karên xwe kiriye, ez bang li hemû aliyên birêz yên ku nebeşdar in di vê proseyê de dikim ku tevlî bibin, da ku em bi hev re kar û hevkarî bikin ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û piştgirîkirina gavên paşerojê yên proseya siyasî.
Mesûd Barzanî
4ê Çiriya Paşîn a 2026an