Kurdistan
Serok Barzanî Cejna Çilê Havînê bi peyamekê pîroz kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî cejna Çilê Havînê li Êzidiyan pîroz kir û hêviya xwest ku hemû cejn û helkeft bi aramî û hêminî derbas bikin.
Baregeha Barzanî îro 2ê Tebaxê peyama Serok Barzanî belav kir ku tê de dibêje, “Bi helkefta Cejna Çilê Havînê ya xûşk û birayên Êzidî, ez pîrozbahiyeke germ li Civata Ruhanî, oldar û hemû Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.”
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Ez hêvî dikim xwişk û birayên Êzidî hemû cejn û helkeftên xwe di aramî û tebayiyê de derbas bikin.”