TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî Cejna Çileya Havînê ya Êzîdiyan pîroz kir

Admin L
Nivîskar
📅 02 tebax 2022 16:57

PeyamaKurd – Serok Barzanî ji bo Cejna Çileya Havînê ya Êzîdiyan, peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Serok Mesûd Barzanî îro di peyama xwe diyar kir: “Bi boneya Çileya Havînê ya xwişk û birayên Êzîdî, pîrozbahiyeke germ li encûmena ruhanî û hemû Êzîdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de jî hat eşkerekirin: “Hêvîdarim xwişk û birayên Êzîdî hemû cejn û boneyên olî yên we di aramî û ewlehiyê de derbas bibin. Cejna we pîroz û bimînin di xêr û xweşiyê de.”

Parve bike: