TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî cejna Kakeiyan ya ‘Yaranî Qewltas’ê pîroz kir

Admin M
Nivîskar
📅 07 rêbendan 2023 22:37

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser hatina cejna Kurdên Kakeî ya bi navê ‘Yaranî Qewltas’ê, cejna Kurdên Kakeî pîroz kir. Peyama serok Barzanî wehaye:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,

Ez bi hatina cejna Kurdên Kakeî ya ‘Yaranî Qewltas’ê, cenja temamê Kakeiyên li Kurdistanê û dinyayê pîroz dikim. Dixwazim birayên me yên Kakeî temamê cejnên xwe yên olî û netewî ji nexweşînan dûr, ji xeman dûr, di nav dilxweşiyê û aramiyê de derbas bikin.

Bila bê zanîn ku Kurdên Kakeî û hemû pêkhateyên Kurdistanê bi çanda xwe ya piralî, bi mafên xwe ve, her wext di Kurdistanê de di bin ewlehiyê de ne.”

Parve bike: