TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Cihê destê jinan di serkeftinên Pêsmerge de diyar e

Admin S
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2018 17:15

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta 66emîn salvegera damezirandina Yekitiya Afretên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê weşand.

Serok Barzanî di peyama xwe de behsa rola girîng a jinên Kurdistanê di serdema çiya û raperînê de kir û got, “Cihê destê jinan di serkeftinên hêzên Pêşmerge de diyar e.”

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Sekreter û Endamên Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê

Bi helkefta 66. salvegera damezrandina yekîtiya we Yekîtiya Afretên Kurdistanê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer dikim.

Yekîtiya Afretên Kurdistanê hevmilê rol û erkê girîngê çespandina mafên jinane û dîrokeke pir bi şanaziyê jî li xebata neteweyî û niştimanî ya li serdema çiya û piştî raperînê de jî hebûye û li serweriyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de jî rol û cihê destê wan diyare.

Bi piştrastîn rêxistina we Yekîtiya Afretên Kurdistanê li paşarojê de dibê beşek ji fakterên berev pêşveçûna civakê û kar li ser perwerdeyekî dirust û xebatekî serdemiyane dike.

Dûbare pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî

11.12.2018

Parve bike: