Serok Barzanî: Dîktatorekî pozbilind digot, ‘Barzanî gihîstin cezayê xwe’ lê ew çû dojehê...
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 31ê Tîrmehê roja Yekşemê li Barzan beşdarî merasîma xatirxwestina 100 rûfatên enfalkiriyên Barzaniyan bû.
Serok Barzanî di axaftina xwe ya merasîma 100 Barzaniyên Enfala Barzaniyan de got: “Şehîdkirina 8 hezar kesan karesateke mezin e û birîneke kûr e ku nayê jibîrkirin.”
Serok Barzanrî da zanîn: “Demekê dîktatorekî pir pozbilind digot Barzanî gihîştine cezayê xwe û me ew şandin dojehê lê îro Barzanî bi vê serbilindiyê di nav me de ne û ew çû dojehê.”
Herwiha Serok Barzanî di beşeke axaftina xwe de diyar kir ku bi anîna termên 100 enfalkiriyên Barzanî careke din birîna kûr a hemûyan nû bûye û wiha pê de çû: “Îro em pêşwaziya rûfatên 100 şehîdên din ên ji 8 hezar şehîdên bêguneh û mezlûm dikin ku bi destên zalim û dîktatoran şehîd bûne.”
Serok Barzanî diyar kir: “Ji zû ve hewl hatin dayîn ku termên Barzaniyan û hemû şehîdên enfalê ji Germiyan û heta badînanê ewên bê dîtin, bo cihên bav û bapîrên xwe bêne vegerandin, em li serê hewlê jî berdewam in. Parlametoya Federal, Parlamentoya Kurdistanê û Dadgeha Temîzê jî biryar dan ku ev jenosîd e û hikûmeta Iraqê jî pabend kir ku di vegerandina termên wan şehîdan de hevkar be û kesûkarên wan qerebû bike. Hemû pereyên cîhanê ne hêjayî hestiyê şehîdekî ye, lê qerebûkirina kesûkarên enfalkiriyan erkekî exlaqî û yasayî ya hikûmeta Iraqê ye. Em tekeziyê li ser wê dikin ku divê hikûmeta Iraqê erkê xwe li hember kesûkarên şehîdan cibicî bike.”
Piştî merasîma ku li Barzan berdewam dike, îro Yekşemê 100 şehîdên enfalê li Goristana Enfalê bi xakê têne spartin.