TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Dr. Aram xortekî xwedî bawerî û jêhatî bû

Admin H
Nivîskar
📅 18 sibat 2021 00:30

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya Berdevkê Fraksiyona PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê Aram Baleteyî peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Doktor Aram xortekî xwedî bawerî û jêhatî û ji malbateke niştimanperwer bû û erkên xwe dilsozane bi cih digihandin.”

Peyama Serok Barzanî:

“Bi xemeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya Dr. Aram Baleteyî û Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê û Peyvdarê Fraksiyona PDK li Encûmena Nûnerên Iraqê bihîst. Dr. Aram xortekê xwedî bawerî û jêhatî û ji malbateke niştimanperwer bû û erkên xwe dilsozane bi cîh digihandin.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkar û hevalên xwedêjêrazî Aram Baleteyî û Endamên Fraksiyona PDK dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im giyanê xwedêjêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.”

Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Aram Nacî Baleteyî ji ber vîrûsa Koronayê, îro 17ê Sibatê li nexweşxaneyeke Duhokê wefat kiribû.

Parve bike: