TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Enfal yek ji hovanetirîn û tarîtirîn qonaxên dewleta Iraqê ye di sedsala borî de

Admin L
Nivîskar
📅 14 nîsan 2022 15:30

PeyamaKurd Serok Mesûd Barzanî ji bo 34emîn salvegera Komkujiya Enfalê peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Tawana Enfalê yek ji hovanetirîn û tarîtirîn qonaxên dewleta Iraqê ye di sedsala borî de. Armanca wê tawanê tinekirin û pişaftina gelê Kurdistanê bû.

Lazim e û erka hikûmeta Iraqê ye qerebûya wê tawana mezin bike ku li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Parve bike: