TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî her dû rêxistinan pîroz kir

Admin M
Nivîskar
📅 17 sibat 2019 23:33

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema avakirina 66 saliya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê peyamekî belav kir.

Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyên xwe bo her dû rêxsitinan ya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê kir û bo wan serkeftin û paşerojeka geş xwest. Barzanî di peyama xwe de balê kişand ser xebata wan ku ji seretayî heya niha kirine û behsa rêxsitinan kir ku çawa bo bizava azadîxwaza Kurd kesayetiyan mezin kirine û her dem bûne perçeyek ji xebata milletê Kurd û xwe bexşandine.

Serok Barzanî behsa rola wan ya di Şorişa Êlûn û Gulanê de kir ku çawa xebata medenî, zanist û hînbûnê de û di barhilgirtina mafê gelê Kurd ya serxwebûnê de de bar girtine ser milên xwe. Di dewama beyana xwe de serok Barzanî balê kişand ser xort û ciwanan ku ew paşeroja milletên xwe ne û divê xwe di her astê de bigihînin da karibin xizmet û berjewendiyên xelkê Kurdistanê biparêzin.

Parve bike: