Kurdistan
Serok Barzanî: Hêvîdarim bereketa meha ‘Remezanê’ xêr û xwesiyê bîne
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê hatine meha Remezanê li hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.
Serok Mesûd Barzanî di peyama ku îşev belav kiriye de, dibêje: "Bi minasebeta hatine meha Remezanê pîrozbahiyên xwe li hemû misilmanên cihanê û Kurdistanê û Iraqê dikim.”
Serok Barzanî wiha got: “Hêvîdarim hatina meha pir bi bereket a Remezanê bibe hatina xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistanê û Iraqê û hemû mirovahiyê û terora tundrew ji holê rabe, aştî û pêkvejiyan û asûdeyî bo hemû mirovahiyê were.”