TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî Iyad Allawî qebûl kir

Admin M
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2021 22:05

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serokwezîrê Iraqê yê berê û hem serokê Îttîfaqa Wataniye Iyad Allawî bo hevdîtinekê qebûl kir. Hevdîtin li Herêma Kurdistanê li bajarê Selahhadînê (Massîv) yê bi ser Hewlêrê de çêbû.

Di hevdîtinê de, li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê, pêşdeçûnên dawiyê û hilbijartinên pêşwext yên Iraqê axifîn.

Mijara hilbijartinên dê di payîzê de li Iraqê çêbibin, belkî mijara herî girîng ya hevdîtinan bû. Her dû alî li ser astengiyên li ber jiyanê û gefên an ku tehdîdên li Iraqê hene axifîn.

Parve bike: