Kurdistan
Serok Barzanî ji ber wefata dayika wî sersaxî da Kosret Resûl
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser wefata dayika Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl peyameke serxweşiyê belav kir û sersaxî ji Resûl re xwest.
Di peyama Serok Barzanî de wiha hat gotin: “Bi mixabiniyeke mezin min nûçeya koça dawiyê ya dayika birayê birêz Kak Kosret Resûl Elî bihîst. Pirse û sersaxiya xwe arasteyî we, malbat û kesûkarên we dikim.
Ji Xwedêyê mezin daxwazkar im giyanê dayika we ya xwedêlêxweşbûyî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide her aliyekî.”
Dayika Kosret Resûl Zubeyda Seîd Omer, îro Duşemê li derveyî welat di temenê 87 saliya xwe de koça dawiyê kir.