Serok Barzanî ji bo çaksaziyên hikûmetê pistgiriya xwe ragihand
PeyamaKurd - Serok Barzanî li gel Berpirsê Desteya Rêxistina Cemawerî û Pîşeyî yên PDKê û her sê Sekreteriyeta Jinan, xwendekaran û ciwanan civiya û di civînê de piştevaniya xwe ji bo çaksaziyên hikûmetê derbirî.
Îro roja Şemî (14.12.2019) li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Berpirsê Desteya Rêxistina Cemawerî û Pîşeyiyên Partiya Demokrata Kurdistanê û her sê Sekreteriyeta Afretan(Jinan) û Qutabiyan(Xwendekaran) û lawan(Ciwanan) civiya.
Li gorî malpera KDP.infoyê Serok Barzanî di wê civînê de gotarek li ser rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê kir û herwiha balkişand li ser gefên li pêş gelê Kurdistanê û rûbirûbûna wan.
Serok Barzanî behsa rola karîger û navbeynkar a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li parastin û berevanîkirina Kurdistanê û ragihand ku di hilbijartinên bihurî da xelkê Kurdistanê piştgiriya helwestên PDK kir.
Serok Barzanî di civînê de herwiha piştevaniya xwe ji bo proje û bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li babeta çaksazî ya di warên cûda cûda de, her wiha rêxistin û baştirkirina rewşa hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbirî.
Di beşeke din a vê civînê de Serok Barzanî balkişand ser rola jin, xwendekar û ciwnan û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo daxwaza ciwan, xwendekar û jinan ragihand û daxwaz jî kir ku ew sê rêxistinên girîng ji bo wan prensîpên xwe vegerin ku bi wê navê de hatine damezrandin.