TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî ji bo dermankirina zarokê Kurd ê Rojava spasiya Fransayê kir

Admin H
Nivîskar
📅 06 sibat 2020 20:42

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê pêşwaziya Balyozê Fransa yê Iraqê Bruno Aubert û şanda digel wî kir.

Di hevdîtina ku Konsolê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies jî amade bû de, Serok Barzanî spasiya Serok û Hikûmeta Fransayê kir ku ji bo pêdana çareserî û dermankirina Mihemed Hemîd, ew kurê lawê Kurdê Sûriyê ku bû sedema wê yekê ku ji mirinê bê rizgarkirin.

Serok Barzanî pesnê helwesta dostane û mirovane ya Fransa li beranber gelê Kurdistanê ya li qonaxên cûr bi cûr de kir û ragihand ku Fransa dewleta prensîp û bihayan e.

Her di vê hevdîtinê de Balyozê Fransa li Bexda pêzanînên xwe ji aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê hebû û tekez li wê yekê jî kir ku welatê wan herdem xwazyarê pêşxistina peywendî û dostayetiyê bi gel gelê Kurd re ye.

Di beşeke din a vê civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê û girjî û alozî û qeyranên Iraqê hate nirxandin û her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya vegerana aramî û bicîhkirina daxwazên rewa yên xelkê kirin. Her wiha ronahî xistin li ser rola rêxistina Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ya ji bo yarmetîdana Iraqê li çareserkirina kêşeyên wê, vekirina dergeha diyalogekî niştimanî ya giştgîr.

Parve bike: