Serok Barzanî ji bo Ebdulrehman Hacî Elî peyameke sersaxiyê wesand
PeyamaKurd Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û Şoreşa Gulanê Ebdulrehman Hacî Elî peyamek sersaxiyê belav kir.
Li gorî malpera fermî ya Serok Barzanî, Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje kesayetiyê niştîmanperwer û xebatgêrê jêhatî û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulanê Abdulrehman Hacî Elî di dirêjahiya temenê xwe de bi dilsozî xizmeta rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê kiriye û ji malbata wî re sersaxî xwest.
Tevahiya peyamê wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke zêde nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û xebatgêrê jêhatî û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulanê Abdulrehman Hacî Elî gihîşt me. Xwedê jêrazî Abdulrehman Hacî Elî bi dirêjahiya temena xwe dilsozane xizmeta rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê kiriye û rolekê ber bi çav li şoreşa mezina Eylûl û şoreşa Gulanê da hebuye û ji dest dana wî xesaretêkê mezine.
Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata têkoşerê xwedê jêrazî Abdulrehman Hacî Elî û tevahiya xizm û kesukarên wan dikim û xwe bi hevbeşa xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
09.05.2020