Serok Barzanî ji bo malbata Ebu Dijo sersaxî xwest
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û Pêşmergeyê Qehreman û Fermandeyê Lîwaya Heşt ya Wezareta Pêşmerge, Mihemed Hesen Mihemed Hacî peyameke sersaxiyê weşand.
Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo malbata xwedê jê razî Ebud Dijo î wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan,
Ji bo malbata xwedê jê razî Mihemed Hesen Mihemed Hacî (Ebu Dijo),
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û Pêşmergeyê Qehreman û Fermandeyê Lîwaya Heşt ya Wezareta Pêşmerge, Mihemed Hesen Mihemed Hacî naskirî bi (Ebu Dijo) gihîşt me.
Serxweşiyên xwe pêşkêşî we û kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im xwedê jê razî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda).